Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku di serdema "Asayîbûna Bikontrol" da modela kontrolên zêdetir dê bê cîbicîkirin û ev pêvajo dê bi pabendbûna rêgezan va bi dawî bibe.
Soylu di parvekirina li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da wiha got:
"Di serdema "Asayîbûna Bikontrol" a li gorî asta rîskê ya parêzgehên me da modela kontrolên zêdetir dê bê cîbicîkirin. Em ê bi saya fedakariya miletê me û pabendbûna wan a bi rêgezan va vê pêvajoyê bi hev ra li dû xwe bihêlin. Pabendbûna bi rêgezên paqijî, maske, mesafe û rêgezên mayîn va bi hev ra..."AA