Asim Safîturkê bavê qaymeqamê ku hatibû şehîdkirin êşa kurê xwe ji bîr nake

Asim Safîturk: "Em wî qet ji bîr nakin, jê ra dia dikin. Înşallah ewê li bihûştê pêşwaziya me bike. Heviya me ya herî mezin ev e."

Asim Safîturkê bavê qaymeqamê ku hatibû şehîdkirin êşa kurê xwe ji bîr nake

Asim Safîturkê bavê Qaymeqamê Dêrîka navçeya Mêrdînê Muhammed Fatîh Safîturk yê ku 4 sal berê ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatibû şehîdkirin bi saya teselîkirin û diayên welatiyan êşa kurê xwe di dilê xwe da kêm dike.

Asim Safîturk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ser şehîdkirina kurê wî ra 4 sal derbas bûye lê êşa wan wek roja ewil hê zêde ye, lê ew bi saya baweriya xwe li ser piyan dimîne.

- Mixabin 4 sal in em hê jî digirîn"

Safîturk wiha axivî: "Em jî amade ne ku şehîd bibin. Ji hêla dayikê va kalikê min li Wanê şehîd bû. Ji hêla bavê va kalikê min li Çaykaraya Trabzonê ji aliyê Ûrisan va hat şehîdkirin. Em ji bo welat bi her cure fedakariyê ra amade ne. Lê mixabin 4 sal in em hê jî digirîn. Ew zarokê min ê herî biçûk bû. Dema ew dihat hemû zarok, birayên wî û xwîşkên wî kom dibûn û em wek cejnê şa dibûn."

- "Em wî qet ji bîr nakin, jê ra dia dikin"

Safîturk anî ziman derdê ewlad giran e, li gor baweriya wî kî çi bike ewê li mehşerê berdêla wê bide û wiha axivî: "Ew mehkemeya îlahî benda her kesî ye. Tu sûcekî kurê min tuneî di destê wî da çek tune, neketiye pevçûnê. Em wî qet ji bîr nakin, jê ra dia dikin. Înşallah ewê li bihûştê pêşwaziya me bike. Heviya me ya herî mezin ev e. Di Qur'ana Pîroz de dibêje 'Şehîd namirin, ew dijîn lê hûn fêm nakin'. Ev tişt bêhna me fireh dikin, em li ser piyan dimînin."

- "Em hemû malbatek in"

Safîturk anî ziman ji çar aliyê Tirkiyeyê însan jê ra telefon dikin, ew spasiya wan dike û wiha dewam kir: "Em hemû malbatek in, ez pir diayan dikim. Heke kurê min bijiya wê xizmeta gel û welêt bikira. Xwedê vê êşê nede tu kesî. Bila serê gelê me sax be, Xwedê serkeftinê bide hêzên me yên ewlehiyê û artêşa me."

Safîturk anî ziman mehkemeya ewil a doza kurê wî temam bû lê ew ji encamê ne razî ne û ew benda encameke biedalet in.

- Şehîdkirina Qaymeqam Safîturk

Qaymeqam Safîturk ku di çarçoveya Biryarnameya Hukmê Qanûnê ya Wezareta Karên Navxweyî da ji bo Şaredariya Dêrikê wekî Wekîlê Şaredar hatibû tayînkirin, lêbelê di 10ê Mijdara 2016an da di êrîşa terorîstên PKKyî ya bi teqemeniya destçêkirî ya li dijî meqamê Qaymeqamtiyê da giran birîndar bûbû û rojek piştî ku rakiribûn nexweşxaneyê şehîd ketibû. Di êrîşê da şofêrê Safîturk, Mustafa Dînçer jî birîndar bûbû.

Doza Qaymeqam Safîturk 22yê Cotmeha 2018an da li Mêrdînê çêbûbû şikbar Şerîf Mesutoglu cezayê muebet ya du caran hatiye girankirin û 28 sal cezayê hepsê xwaribû.

Midûrê karên nivîsê yê berê yê Qaymeqamtiyê Tahsîn Erdaş salek, şikbar Ahmet Deniz û Fikret Deniz 5 sal cezayê hepsê û 20 hezar lire cezayê pereyan ya adlî hildabûn.

Mehkemeya Adliyeya Herêmê ya Gazîentabê ji bo 8 şikbarên der heqê wan da biryara beraetê hatibû dayîn veqetandibû û biryar dabû ku ew dîsa bên darizandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE