Li tevahiyê dinyayê ji 4 milyar û 210 milyon dozî zêdetir aşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat kirin.
Li gor daneyên "Ourworldindata.org"a daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike, li Çînê milyarek û 690 milyon doz aşî hat kirin. 472 milyon û 220 hezar doz li Hindistanê, 346 milyon û 920 hezar doz li Amerîkayê, 142 milyon û 560 hezar doz li Brezîlyayê, 92 milyon û 380 hezar doz li Almanyayê, 89 milyon û 110 hezar doz li Japonyayê, 85 milyon û 340 hezar doz li Îngiltereyê, 74 milyon û 70 hezar doz li Fransayê, 74 milyon û 13 hezar doz li Tirkiyeyê, 69 milyon û 200 hezar doz li Îtalyayê, 68 milyon û 620 hezar doz li Endonezyayê, 67 milyon û 590 hezar doz li Meksîkayê, 62 milyon û 370 hezar doz li Rûsyayê û 56 milyon û 800 hezar doz li Îspanyayê aşî hat kirin.
Li dinyayê aşiya Kovîd-19ê ya li gel xistin ji 4 milyar û 210 milyonî derbas bû.
- Tirkiye di aşiyê da kete rêza 9an
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li Tirkiyeyê hetanî niha 74 milyon doz aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin.
Tirkiye li dinyayê di aşiyê da kete rêza 9an. Li welêt 41 milyon û 204 hezar û 388 kes doza ewil a aşiyê, 27 milyon û 703 hezar û 458 kes doza duduyan a aşiyê bûn.
Li gor agahiyên "Worldometers" daneyên Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyan ji 199 milyon û 760î derbas bû, 4 milyon û 252 kes jî ji ber vîrusê mirin.AA