"Aşiya Kovîd-19ê wê rê li ber perwerdeya rû bi rû veke"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê aşiya Kovîd-19ê da wiha got: "Wê rê li ber veke ku em dest bi perwerdeya rû bi rû bikin."

"Aşiya Kovîd-19ê wê rê li ber perwerdeya rû bi rû veke"

Wezî Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê aşiya Kovîd-19ê da wiha got: "Wê rê li ber veke ku em dest bi perwerdeya rû bi rû bikin."

Selçuk li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê tevdîrên dijî Kovîd-19ê yên di warê perwerdeyê da got gava em li rewşê mêze dikin bi gelemperî em dikarin bibêjin ku dilê me rehet e.

Ziya Selçuk diyar kir ji ber tevdîrên dijî Kovîd-19ê dibistan venekirine û got ku lewra em nikarin şert û mercên xwe, rewşa welêt, heyata xwe ya civakî, dewet, cinaze û xwe ya sosyoantropolojîk piştguh bikin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê perwerdeya ji dûr va da got berê kapasîteya me ya dersa zindî derdora 100 hezarî da bû, lê niha em ji 3 milyonî derbas bûne.

Selçuk destnîşan kir niyeta wan tuneye ku karnameyan rû bi rû belav bikin û qerebalixiyê çêkin û got ku em ê karnameyên dijîtal bidin.

Ziya Selçuk diyar kir ji bona lîseyan piştî pêvajoya dayîna notan ya heyama yekemîn biqede wê karname bên amadekirin û wiha got: "Heger em bibêjin bu tu awayî ezmûn tunene wê ev pergala perwerdeyê ya 5-6 salên li pêşiya me tevlihev bike."

Selçuk destnîşan kir amadehiyên xwe kirine ku di 15ê Sibatê da bi kîjan koma ra dest bi perwerdeya rû bi rû bikin û got ku ji bona eşkerekirinê em li benda rewşa şewbê ne.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk der barê aşiya Kovîd-19ê da jî got wê rê li ber veke ku em dest bi perwerdeya rû bi rû bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE