Asiyeya li Gazîentabê du pîtbulan birîndar kiribû hat hişyarkirin

Ozkan destnîşan kir ku di gava ewil da neqla çerm a ji bo jiyanê girîng kirin.

Asiyeya li Gazîentabê du pîtbulan birîndar kiribû hat hişyarkirin

Prof. Dr. Omer Ozkanê li dinyayê cara ewil neqla rehîmê, neqra çermê rû, neqla du milan kiribû û ekîba wî piştî neqla çerm Asiyeya piçûk xistibûn xewê û Asiye niha hat hişyarkirin. Zaroka piçûk niha li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin û tê plankirin ku sibê derbasî serwêsa normal bikin.

Hat ragihandin ku Zeynep Ateşa dayik qîza xwe dît, Asiyeyê bi destê diya xwe girt.

Prof. Dr. Omer Ozkan daxuyanî diyar kir ku neqla çerm kirin û rewşa Asiyeyê teqîb dikin.

Ozkan destnîşan kir ku li beşa nexweşiyê giran Asiyeyê teqîb dikin û wiha axivî: "Zareke piçûk e. Înşaellah ew ê di nav çend rojan da were ser hemdê xwe. Operasyon bi serkeftî hat kirin. Me ji pişta wê û qalçeya wê çerm hilda û neqlî rûyê wê kir."

Ozkan destnîşan kir ku di gava ewil da neqla çerm a ji bo jiyanê girîng kirin.

Prof. Dr. Yildiray Çeteyê Serhekîmê Nexweşxaneya Zanîngeha Behra Sipî jî diyar kir ku Asiye li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.

Çete got rewşa nexweşê baş e û wiha pê da çû: "Hat hişyarkirin û ji cihazê hat derxistin. Teqîba wê dewam dike. Dema rewşa wê stabîl dewam bike em ê di nav çend rojan da ji beşa nexweşiyên giran derxin serwêsa normal."

Huseyîn Ateşê bavê Asiyeyê jî got piştî emeliyatê qîza xwe dît û dia dike ku zî were ser hemdê xwe.

Ateş wiha axivî: "Xanima min gelekî li berxwe dikeve, ez bi wê ra eleqedar dibim. Şikur em baş im. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan têlefon kir ez zehf bextewar bûm. Serokomarê me her tim piştgiriyê dide, dermankirina qîza min dişopîne. Her piştgiriyê dide me."

AAAsiyeya li Gazîentabê du pîtbulan birîndar kiribû hat hişyarkirin

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE