Asiyeya piçûk şandin malê

Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê di êrîşa 2 kûçikên pîtbull da bi giranî birîndar bûbû, piştî 41 roj tedawiya pêşîn a li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê hat tabûrcîkirin.

Asiyeya piçûk şandin malê

Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê di êrîşa 2 kûçikên pîtbull da bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê operasyon derbas kirin, hat tabûrcîkirin da ku li malê hinekî îstirahetê bike.

Tedawiya pêşîn a Asiyeyê ya ku li ser destê Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Akdenîzê Prof. Dr. Omer Ozkan û ekîba wî emeliyeta çerm asabê derbas kirin, temam bû.

Asiyeya piçûk tevî diya xwe Zeynep û bavê xwe Huseyîn Ateş piştî 41 roj tedawiyê ji nexweşxaneyê derket, li wesayîtê siwar bû û çû mala xwe da ku hinekî îstirahetê bike. Asiyeyê ji rojnamegeran ra destê xwe li ba kir.

Huseyîn Ateşê bav ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew pir baş in û wiha got, "Xwedê ji Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê me yê Tenduristiyê Fahrettin Koca razî be. Em ê 1,5 meh şûnda dîsa werin."

Diyar bû, piştî îstirahetê li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenizê Asiye dê dîsa bikeve emeliyetan.

Li gorî daxuyaniya zanîngehê, di pêvajoya tedawiya bi qasî mehekê ya Asiyeyê da ji bo xesara di guhê wê de û asabên rûyê wê, operasyon hatin kirin û rewşa wê ber bi başiyê diçe.

Rektora Zanîngeha Akdenizê Prof. Dr. Ozlenen Ozkanê ku tenduristiya zarokê pir ji nêz va dişopîne, diyar kir ku Asiyeyê bi qasî mehek berê bi piştgiriya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca serî li nexweşxaneya wan da.

Ozkanê diyar kir ku piştî têkoşîneke mehekê wan, keça piçûk û malbata wê şand Entabê û wiha dewam kir:

"Em ê bi qasî salekê bişopînin. Em ê gav bi gav çend emeliyetên din jî bikin. Emeliyetên ku me ewil kirin ji bo wê yekê bû ku li jiyanê bimîne, zirar negihîje mêjiyê wê. Dîsa me ji bo asabê rûyê wê tedawî kir. Lê ji niha pê de em ê ji bo çermê serê wê yê bi por hewl bidin ku asayî be. 1,5 meh şûnda dê dîsa bên kontrolê."

Serhekim Prof. Dr. Yildiray Çete jî diyar kir, wan neqlên çerm, temîrên asabê û midaxeleya birîndariya guh kirin. 

Çete got ku tedawiya pêşîn a Asiyeyê temam bû û pey ra jî operasyonên dûhamîkê dê bên kirin û ji bo malbatê hêviya derbasbûnê xwest.

- Bûyer

Li taxa Beştepeya Şahînbeya navçeya Gazîentabê di 22yê Berfanbara 2021ê da 2 kûçikên "pîtbull" êrîşî Asiye Ateşa 4 salî kiribûn û ew bi giranî birîndar kiribûn. Ji 6 kesên hatibûn binçavkirin, 5 hatibûn girtin.

Piştî tedawiya ewil a li nexweşxaneya bajêr ew sewqî Antalyayê kiribûn.

Prof. Dr. Omer Ozkan û ekîba wî di 26ê Berfanbara 2021ê da li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê, Asiye emeliyet kiribû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE