Aşiyên Kovîd-19ê yên ku Türkiyeyê hîbe kirin, gihîştin Bosna Hersekê

Wezîrê Ewlehiyê yê Bosna Hersekê Selmo Cikotic li balafirgehê civîna çapemeniyê li dar xist, spasiya Serokomar Erdogan û gelê Türkiyeyê kir û wiha got, "Türkiyeyê weke her car îro jî nîşan da ku seba piştgiriyê bide me, amade ye."

Aşiyên Kovîd-19ê yên ku Türkiyeyê hîbe kirin, gihîştin Bosna Hersekê

Türkiyeyê di çarçoveya têkoşîna şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 30 hezar doz aşiya Sinovacê hîbeyî Bosna Hersekê kir û aşî gihîşt Bosna Hersekê.

Endamên Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê di 16ê adarê da Enqere ziyaret kir û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vê ziyaretê da sozê aşiyên Kovîd-19ê da. Aşî bi balafira ambulansê va gihîştin Balafirgeha Saraybosnayê ya Navneteweyî ya li paytextê welêt.

Wezîrê Ewlehiyê yê Bosna Hersekê Selmo Cikotic li balafirgehê civîna çapemeniyê li dar xist, spasiya Serokomar Erdogan û gelê Türkiyeyê  kir û wiha got, "Türkiyeyê weke her car îro jî nîşan da ku seba piştgiriyê bide me, amade ye."

Şêwirmendê Serokê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê Bosko Tomic diyar kir, di van rojên ku seba pergala tenduristiyê dijwar in da her piştgirî girîng e û wiha dewam kir, "Ji 30 hezar doz aşiya ku hatiye şandin, ji bo xelasbûna jiyana kesekî jî pir bi qîmet e. Ez spasdarê Türkiyeyê me ku ev piştgiriya mezin da me."

Misteşarê Yekem ê Balyozxaneya Saraybosnayê ya Türkiyeyê Ozgur Şahîn jî diyar kir, li ser telîmata Serokomar Erdogan demildest bi meqamên Bosna Hersekê ra têkilî hat danîn û ji Bosna Hersekê ra di têkoşîna şewbê da piştgirî wê dewam bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE