Aşîkirina koronayê berdewam dike

Welatî di navbera fitar û paşîvê de jî derziya koronayê li xwe dixin

Aşîkirina koronayê berdewam dike

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku piştî fitarê jî xizmetên aşîkirinê tên dayîn. Hemwelatiyên ku bi rojî ne êvarê randevû digirin û derziya xwe, li xwe dixin.

Li seran serê welêt li dijî şewba koronayê xebatên aşîkirinê bênavber berdewam dikin.

Heta niha jimara kesên ku hatin aşîkirin, bi tevahî ji 20 milyonî derbas bû.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku piştî fitarê jî xizmetên aşîkirinê tên dayîn.

Gelê Diyarbekirê jî di navbera fitar û paşîvê de bi randevûyê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê aşî dibin.

Li dijî nexweşiya koronayê têkoşîna herî mezin aşî ye. Pispor bangî gel dikin û dibêjin kesên ku dora wan hatine bila teqez aşî bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE