Asîlturkê Serokê LŞBya Partiya Saadetê wefat kir

Oguzhan Asîlturk û xanima wî di 13ê îlonê da li Stenbolê nexweş ketibûn, ji ber zatûreyê nikaribûn bîhna xwe hildin ji ber vê jî ew anîbûn Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê.

Asîlturkê Serokê LŞBya Partiya Saadetê wefat kir

 Oguzhan Asîlturkê Serokê Lijneya Şêwra Bilind (LŞB) a Partiya Saadetê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 86 saliya xwe da wefat kir.

Oguzhan Asîlturk û xanima wî di 13ê îlonê da li Stenbolê nexweş ketibûn, ji ber zatûreyê nikaribûn bîhna xwe hildin ji ber vê jî ew anîbûn Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê.

Asîlturkê li vê derê dihat dermankirin îro şeveqê li nexweşxaneyê wefat kir.

Temel Karamollaogluyê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Serokê me yê Lijneya Şêwirê ya Bilind, hevalrêyê me û merivê dozê Oguzhan Asîlturk wefat kir. Serê miletê me û camîeya me sax be. Ciyê wî cinet be."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE