Asîmanên kapadokyayê şên bûn

Bi Festîvala Navneteweyî ya Balonan asîmanên Nevşehirê rengîn bûn 

Asîmanên kapadokyayê şên bûn

Li Nevşehîrê Îsal 3. festîvala navneteweyî ya balonên hewaya germ dewam dike.di roja 3yan de bi balonên ku ji welatên cuda hatin anîn, li asîmanan dîmenên gelek xweşik çêbûn. 

Karekterên xêzefîlman, ala û wêneyên balkêş bi sedan fîgur...  

Ji çar aliyên dinyayê gelek balonên hewaya germ li Kapadokyayê firiyan. 

3.  Festîvala Navneteweyî ya Balonên Hewaya Germ di roja 3yan de jî bi dîmenên gelek xweş bala mirovan kişand.  

Bi sehera sibê re bi sedan turîst li qada ku wê balon bên firandin kom bûn. 

Piştî haziriyan, balonên ku bi figuran hatibûn xemilandin bi hewayê ketin.  

Balonên rengîn li ser Kapadokyayê nêzî 40 deqîqeyan firiyan.. 

Festîvala li Nevşehirê wê heta roja Yekşemê dewam bike.  

Ahenga balonan dema roj dihilê dest pê dike û danê êvarê jî bi konser û şahiyan dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE