Li Nusaybina navçeya Mardinî aşpêj Orhan Ayaz ji goşt û dohn portreyan çêdike.
Eleqeya Ayazê 35 salî yê di restoranta tesîseke Îpek Yoluyê da wek aşpêj dixebite ji zarokatiya xwe vir va bi çêkirina resman ra heye.
Ayazê ku seranserê rojê ji bo mişteriyan xwarinan çêdike, di demên xwe yên vala dimîne da jî naxwaze vala bisekine.
Ji bo vê jî Ayaz bi tiştên li ber destê xwe va xwest xeyala xwe ya zarokatiyê bi cî bîne û bala xwe da ser çêkirina portreyan.
Portreyên ku Ayaz çêdike ji qelem û boyaxê nînin ew bi goştê hûrkirî û dohnê neqelandî va li ser sêniyan wêneyan çêdike.
Ayazê ku ji goşt û dohn portreya Bariş Manço, Muslum Gurses û Îbrahîm Tatlises çêkiriye got ku ew bi qasî 2 salane bi vî karî ra eleqedar e.
Ayaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ev 17 sal e ku ez aşpêjiyê dikim û eleqeya min a li ser resim çêkirinê jî ji zarokatiya min va heye. Ji goşt û dohn ev nêzî 2 salan e ku ez portreyan çêdikim. Ez portreyên ku çêdikim ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikim. Xwediyên portreyan jî parve dikin û gelekî tên ecibandin û ez jî bi vê yekê kêfxweş dibim."AA