Aşîta ket li ser rêya Van-Hakkariyê hat paqijkirin

Aşîta ku di ser rêbeja Wan-Hekariyê da ketibû hat rakirin û rê ji ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin

Aşîta ket li ser rêya Van-Hakkariyê hat paqijkirin

Aşîta ku di ser rêbeja li tanga Gêdûkê Gozeldereyê ya Wan-Hekariyê da ketibû hat rakirin û rê ji ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin.

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 11em ya Rêbejayê hatin sitandin, ekîbên paqijkirina berfê aşîta di ser du ciyan da ketibû paqij kirin.

Li herêmê bi şev ji ber bagerê destûr nedan ku tir û kamyonên barê wan giran in ji rê derbas bibin, ber destê sibê rê hat paqijkirin û xoyêkirin paşê ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin.

Li rêbejaya Wan-Baxçesarayê jî xebatên firekirina rê dema dikin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku li tevahiyê bajêr ji ber berfê rêya 92 taxan hat girtin, ekîb xebatên vekirina rêyên girtî didimînin.

- Hekarî, Bidlîs, Mûş

Li Hekariyê ji ber berf û bagerê rêya 59 gundû goman ji çûyîn û ahtinê ra hat girtin.

Li gor agahiyên ji Walîtiyê hatin sitandin, ji ber berfê rêya gundek û 10 gomên li ser navendê û rêya 14 gund û 34 gomên li ser Yuksekovayê hat girtin.

Ekîbên paqijkrina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên vekirina rêyên girtî didomînin.

Hat ragihandin ku rêya 30 gundên Bidlîsê û 10 gund û gomên Mûşê ji ber berf û bagerê hat girtin, ekîb ji bo rêyên girtî vekin xebatên xwe didomînin.

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE