Astengdarên ku çavên wan nabînin hînî xwendinê bûn

Ciwan dixwazin perwerdeya xwe bidomînin û ji xwe re karekî bibînin...

Astengdarên ku çavên wan nabînin hînî xwendinê bûn

Li Silopiya Şirnexê ciwanên astengdar ên ku çavên wan nabînin, piştî kursa xwendin û nivîsandin sertîfîkayên xwe girtin. Astengdar dixwazin perwerdeya xwe bidomînin û ji xwe re karekî bibînin.

Navenda perwerdeya gel a Silopiya Şirnexê ji bo astengdarên ku nabînin kursa xwendin û nivîsandinê vekir.

Xwendekarên ku perwerdeya xwe qedandin, di dawiya kursê de ketin ezmûnê.

Astengdarên ku bi ser ketin belgeyên xwe standin.

Ciwan dixwazin perwerdeya xwe biqedînin û bibin xwediyê karekî.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE