Astengkirina derketina derve ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî koronavîrusê (Kovîd-19) de, 23, 24, 25 û 26 nîsanê dê li 30 bajarên mezin û Zonguldakê bê cîbicîkirin, destpê kir.
Bi giştnameya Wezareta Navxweyî heta 27ê nîsanê roja duşembê saet 00.00ê, îstisna ne tê de, li nava sînorên Adana, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizli, Diyarbekir, Erzurum, Eskişehir, Gazientap, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdag, Trabzon û Wanê digel Zonguldakê derketina derve ya hemî welatiyan hat astengkirin.
Ji ber destpêka meha remazanê 23 û 24ê nîsanê rojên pêncşemb û îniyê dê market ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin.
Di vê çarçoveyê de welatî (jibilî yên 65 salî û mezintir, herwiha 20 salî û biçûktir) ji bo dabînkirina pêdawistiyên zarûrî û bêyî ajotina wesayitan (kêmendam ne tê de) dê bikaribin biçin marketên herî nêzîk ên îqametgaha xwe. Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin.
Dê 25 û 26ê nîsanê rojên şembî û yekşembê market bi temamî girtî bin.
Di rojên ku astengkirina derketina derve hebe firin û firoşgahên hevîremeniyê herwiha şêranîfiroş dê vekiribîn, û servîsê bo malan bikin.
AA