Astengkirina derketina derve ya 2 rojan qediya

Astengkirina derketina derve ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî koronavîrusê de li 24 wîlayetan bo 2 rojan hatibû ragihandin, bi saet 00.00ê ve qediya.

Astengkirina derketina derve ya 2 rojan qediya

Astengkirina derketina derve ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de li 24 wîlayetan bo 9 û 10ê gulanê hatibû ragihandin, bi saet 00.00ê ve qediya.

Bi giştnameya Wezareta Navxweyî heta 10ê gulanê saet 00.00ê jibilî îstisnayan li wîlayetên di statuya bajarên mezin Adana, Enqere, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Eskişehir, Gazîentab, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mêrdîn, Ordu, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdag, Trabzon û Wanê digel Zonguldagê derketina welatiyan bo derve hatibû astengkirin.

Astengkirina derketina derve ya bo 48 saetan bi saet 00.00ê ve qediya.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE