Astengkirina derketina derve ya li 31 wîlayetan

1ê gulanê roja îniyê ku di nava wan rojên astengkirî de ye, dê market û mêwefiroş ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin. Welatî (ji bilî yên 65 salî û jortir digel yên 20 salî û jêrtir) bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên xwe yên zarûrî bêyî bikaranîna wesayitan (jibilî kêmendaman) dikarin biçin market û mêwefiroşên nêzîkî îqametgaha xwe. Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin.

Astengkirina derketina derve ya li 31 wîlayetan

Di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû vîrusa koronayê (Kovîd-19) de li 30 bajarên mezin û li Zonguldakê astengkirina derketina derve ya ku dê heta 4ê gulanê saet 00.00ê bidome destpê kir.

Bi giştnameya Wezareta Navxweyî îstisna netê de, digel Zonguldakê li navsînorên 30 wîlayetên di statuya bajarên mezin de Adana, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzurum, Eskişehir, Gazîentab, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kahramanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdag, Trabzon û Wanê derketina hemî welatiyan bo derve hat astengkirin.

1ê gulanê roja îniyê ku di nava wan rojên astengkirî de ye, dê market û mêwefiroş ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin. Welatî (ji bilî yên 65 salî û jortir digel yên 20 salî û jêrtir) bi mebesta dabînkirina pêdawistiyên xwe yên zarûrî bêyî bikaranîna wesayitan (jibilî kêmendaman) dikarin biçin market û mêwefiroşên nêzîkî îqametgaha xwe. Di heman saetên navborî de market dikarin siparişan teslîmî navnîşanan bikin.

Dê 2 û 3ê gulanê rojên şembî û yekşembê market û mêwefiroş bi temamî girtî bin.

Di rojên ku astengkirina derketina derve hebe firin û firoşgahên hevîremeniyê herwiha şêranîfiroş dê vekiribîn, û servîsê bo malan bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE