Atatürk di 80.salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Rêberê Mezin Mustafa Kemal Atatürk di 80yemîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.

Atatürk di 80.salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Damezirînerê Komara Tirkiyê, Rêberê Mezin Mustafa Kemal Atatürk 80 sal beriya niha ji nav me koç kir. ji 1938an bi vir ve, her sal di seat 9 û 5 deqeyan de li seranserê Tirkiyê ji bo bibîranînê merasîm tên lidarxistin. îsal jî merasîma bîranînê li stenbolê, li qesra Dolmabahçeyê hat çêkirin.

Rêberê Mezin Mustafa Kemal Atatürk di 80yemîn salvegera mirina xwe de hat bibîranîn.

Stenbolî ji şevaqê ve bi rê ketin.

Li ber Bîrdariya Komarê ya li Taksîmê merasîm hat sazkirin.

Haziran baqegul danîn, rêz girtin û dûv re Marşa Îstîklalê xwend.

Navenda sereke ya merasîmê Qesra Dolmabahçeyê bû… Atatürk di rojên dawî yên emrê xwe de li wir bû.

Kal û pîr, xort û ciwan… bi sedan kes bi alaya mezin a Tirkiyê ber bi Qesra Domabahçeyê ve meşiyan.

Gava çûn serdana odeya ku Atatürk lê çûbû ber dilovaniya Xwedê, kelogirî bûn.

Di seat 9 û 5 deqeyan de li seranserê Stenbolê sîrenan olan da.

Trafîk sekinî…

Li ser Pira 15ê Tîrmehê jî ajotvanan erebe sekinandin.

Xebatkarên li ser şixul rawestiyan, rêz girtin..

Li Kadiköyê jî wekî her sal, ji bo bibîranîna Atatürk, li ber peravê rêz girt.

Dîroka nûkirinê: 10 Mijdar 2018, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE