Atolyeya muzîkê ya bijîşkên jin

Li Tatvanê dixtorên jin atolyeya muzîkê vekir

Atolyeya muzîkê ya bijîşkên jin

Li Tatvana Bitlisê weqfa hekîmên jin ‘kahev’ê ji bo piştgiriya perwerdeyê li dibsitana navîn a vangölüyê atolyeyeke muzîkê vekir. Weqfê berê jî burs dabû hezar û 384 xwendekaran.

Li Tatvana Bitlisê Weqfa Hekîmên Jin KAHEV, xebatên xwe yên perwerdeyê didomîne.

Weqif him bursê dide xwendekaran him jî atolyeyan vedike.

Herî dawî ji bo piştgiriya perwerdeyê li Dibistana Navîn a Vangölüyê atolyeyeke muzîkê vekir.

Xwendekarên biçûk bi xêra atolyeyê hînî lêdana gelek amûrên muzîkê dibin.

Midûr û mamosteyên dibistanê ji bo vebûna alolyeyê gelekî memnun in.

Rêvebirên weqfê dibêjin ku wan heta niha burs daye 1384 xwendekarên hewce.

Weqfa Hekîmên Jin di sala 2018an de hat damezirandin. Ew ji wê salê û bi vir ve xebatên xwe yên perwerdeyê bê navber didomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE