Qeymeqamî û Şaredariya Uludereyê li navçeyê gelek atolyeyên huner û dizaynê vekirin. herî dawî li dibistana hilal şeyhanê atolyeya muzîkê ya buhurîzade mustafa itrî hat vekirin.
Li Uludereya Şırnakê bi hevkariya qeymeqamî û şaredariyê li dibistanan atolyeyên huner û dizaynê tên vekirin.
Herî dawî li bajaroka Hilalê li dibistana Hilal- Şeyhanê Atolyeya Muzîkê ya Buhurîzade Mustafa Itrî hat vekirin.
Rayedarên navçeyê û mamoste û xwendekar beşdarî merasîma vekirina atolyeya muzîkê bûn.
Qeymeqamê navçeyê Ahmet Solmaz piştî vekirina atolyeyê xeber da:”Em dixwazin xwendekarên me ji îmkanên dewletê îstifade bikin. Ew ê di pêşerojê de bibin mirovên baştir. Dema ew dibin mamoste em jî bi vê yekê serbilind dibin. Bi îzna Xwedê ew ê xizmetê bidin civakê.”
Heta niha li seranserê Qilêbanê 33 atolyeyên huner û dizaynê hatin vekirin.