li Zanîngeha Batmanê ji bona xwendekarên ku di ezmûna wezareta ciwanî û sporê û tübi̇tak’ê de bi ser ketin, atolyeya teknolojiyê ya ceribandin û çêkirinê hat vekirin. him xwendekar him jî mezinên wan tevlî dersa ewil bûn
Li 27 bajarên Tirkiyê bi pêşengiya Wezareta Spor û Ciwaniyê û TÜBİTAKê ezmûneke taybet hat kirin.
Ji bo xwendekarên ku di ezmûnê de bi ser ketin, atolyeyên teknolojiyê hatin vekirin.
Yek ji wan jî li Kampusa Zanîngeha Batmanê hat vekirin.
Him xwendekar him jî mezinên wan tevlî dersa ewil a li atolyeyê bûn.
Dersa yekemîn ji aliyê serokê Teknolojiya Baykarê Selçuk Bayraktar ve bi awayekî online hat dayîn.
Xwendekar û mezinên wan ji ber atolyeyê gelekî bi kelecan bûn.
160 xwendekarên serkeftî yên Batmanî wê li atolyeyê him hînî agahiyên herî dawî bibin, him jî teknolojiyên nû bi hev re biceribînin.