Li Mûşê, di bin banê pirtûkxaneya gel de ji bo zarokên biçûk atolyeyek hat vekirin. Di atolyeyê de zarok him bi hev re pirtûkan dixwînin, him lîstikan dilîzin, him jî hînî hunerên destan dibin.
Hin zarok kitêban dixwînin, hin lîstikan dilîzin, hin jî hînî hunerên destan didin.
Ev der atolyeya Pirtûkxaneya Gel a Mûşê ye.
Di bin banê pirtûkxaneyê de ji bo zarokên biçûk atolyekeke taybet hat vekirin.
Di atolyeyê de zarokên biçûk pêşî spartekên xwe çêdikin, dû re pirtûkan dixwînin, herî dawî jî ligel mamosteyên xwe hînî hunerên destan dibin.
Mamoste dibêjin ku ev atolye ji bo perwerdeya zarokên biçûk gelek bi fêde ye û bila malbatên din jî zarokên xwe bînin cem wan.