Li Kolika Semsûrê ava bendava ataturkê nêzî 15 mitroyan kêm bû û bi paşve vekişiya. piştî ku av vekişiya, masîvanan li ser dîwar û zinaran “resmên dewra paleotîk” tespît kirin.
Bajarê Semsûrê ji 22 şaristaniyan re bûye war û gelek berhemên dîrokî li vir hene.
Li bajêr her gav cih û dereke tarîxî derdikeve ser rûyê erdê.
Niha jî li Kolikê, piştî ku ava bendava Ataturkê 15 mitroyan kêm bû, masîvanan li ser dîwar û zinarên derdorê “resmên dewra paleotîk” tespit kirin.
Li gorî texmînan ev resm, zêdetirî 40 hezar salan beriya niha hatine çêkirin û jiyana însanên berê nîşan dide.