Li Vanê piştî ku ava behrê vekişiya mîkrobiyolîtên ku ji bakteriyan pêk tê, derketin holê. Stûnên organîk bala gelek wênegir û geştûgûzaran dikişîne.
Li Vanê ava behrê her sal hin deman vedikêşe.
Gava av diçe li şûna wê mîkrobiyolît derdikevin.
Bakterî û kalsiyumên ku wek keviran disekinin bala gelek wênegiran dikişîne.
Bi taybetî di vê demsalê de wênegir tên foto û dîmenên wan mîkrobiyolîtan dikişînin.
Her kevir xwedî şikleke cuda ye. Di nav avê de bi qasî 23 mîtroyî jî stûnên mîkrobiyolît hene.