Ava bendavên Alparslanê gelek bilind bû

Bendavên Alparslanê her sal bi hilberîna ceyranê tevkariyeke mezin didin aboriya welêt.

Ava bendavên Alparslanê gelek bilind bû

Li Mûşê ji ber şiliya baş ava bendavên Alparslanê gelek zêde bû. Bendavên Alparslanê salê nêzî milyarek û nîv kîlowatsaet ceyran hildiberînin. Bi vê hilberîna xwe jî tevkariyeke mezin didin aboriya welêt.

Li Mûşê du projeyên gelek mezin...Bendavên Alparaslan 1 û 2.

Ava her du bendavan jî par ji ber hişkesaliyê gelek kêm bûbû.

Lê îsal şiliyeke baş bariya û ava her du bendavan jî gelek zêde bû.

Her du bendav salê nêzî milyarek û nîv kîlowatsaet ceyran hildiberînin.

Bi vê hilberînê jî tevkariyeke mezin didin herêm û aboriya Tirkiyê.

Li herêma Mûşê bi xêra ava bendavan bi hezaran zeviyên çandiniyê jî tên avdan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE