Li Bîngolê ava di Bendava Ozluceyê da îsal ji ber barîna berf û baranê zêde bû.
Sala par ji ber kêmbarîn û hişkayiyê rêjeya ava di bendavê da ji asayîbûnê zêdetir kêm bû û terq li axa wê ket lê îsal bi saya berf û barana zêde herêm bi ser xwe da hat.
Li gor daneyên Midûriyeta Herêma 9emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) par di meha gulanê da ava di bendavê da ji sedî 33,9 bû û di meha tîrmehê da ji ber hişkayiyê heta sedî 2,1ê daket.
Îsal bi saya berf û barana zêde rêjeya ava di bendavê da zêde bû û gihşt ji sedî 68,7an.
Guherîna reng û rûçikê li der û dora bendavê ji alî ekîba AAyê va bi droneyê hat kişandin.