Li Bêşebaba Şirnexê Çemê Xaburê jêderka mezin a herêmê ye. Bi saya vî çemî him erd tên avdan him jî heywandarî tê kirin. Lê ev çem bi hatina havînê re ava xwe kêm dike. Ava çêm ewqas kêm bûye ku heywan bi zehmetî avê vedixwin.
Berf qediya ava çêm jî kêm dibe.
Germa dijwar a havînê ava çeman jî ziwa dike. Çemê Xaburê jî yek ji wan e...
Bi hatina havînê re ava çêm her ku diçe kêm dibe.
Demeke dirêj e li herêmê baran jî nabere û ew jî tesîreke neyînî lê dike.
Li aliyê din berê ava çêm heta ser keviran radibû, lê niha ketiye binî.
Xelkê herêmê niha li bendê ye ku cardin baranên gij bibarin da ku çem tijî bibe.
Çem her çiqas kêm bibe jî hê jî herêm pêdiviya xwe ya avê ji wir dabîn dike.