Ava Gola Vanê vekişiya

Bi vekişîna avê re mezel, hestî û berhemên dîrokî derketin.

Ava Gola Vanê vekişiya

Piştî vekişîna ava Gola Vanê gelek berhemên dîrokî, mezel, hestiyên însanan û perçeyên mîkrobîyalîtan derketin. Welatî jî ji bo ku van berheman bibînin tên ber behrê û wêneyan digirin.

Ji ber ku îsal baran zêde nehat ava Behra Vanê vekişî û berhemên di bin golê de kifş bûn.

Bi vekişînê re bermahiyên Keleha Erdîşê, mezelên wê demê, hestiyên însanan û firaq xuya bûn.

Welatî bi zarokên xwe ve çûn ber Behra Vanê da ku berhemên dîrokî bibînin.

Di bin Gola Vanê de mercanên mîkrobîyalît hene. Bi vekişîna avê re bermahiyên mîkrobîyalîtan jî derketin.

Dîmenên mîkrobîyalîtan jî wekî Baceyên Pêriyan xuya dibin. Ew jî bala welatiyan dikşîne û gelek meriv ji bo van tên ber Behrê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE