Ava herî erzan û paqij

DİSKİ’yê li Diyarbekirê bihayê avê ji sedî 23,5 erzan kir.

Ava herî erzan û paqij

Bendav, bi berf û baranê tijî bûn lê li bajarên mezin av biha bû. Şaredariya Diyarbekirê ya ku bi destê qeyûm tê îdarekirin jî, tevî ku bihayê avê zêde nekir di ser de ji sedî 23.5 daxist.

Ava Diyarbekirê di nav 30 bajarên mezin de ya herî erzan, paqij û zelal e.

Midûriyeta Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê, ava vexwarinê ji sedî 16,5 erzan kiribû.

Şaredariya Amedê bi pêşniyaza Serokomar Recep Tayyip Erdogan KDV ji sedi 7 daxist.

Li bajarê qedîm di sala 2022an de av biha nebû û di ser de bi tevahî ji sedî 23,5 erzan bû.

Xelkê Diyarbekirê bi erzanbûna avê kêfxweş bû. Lewra êdî fatûrayên wan kêm tên.

Li Diyarbekirê tona avê ji bo malan 5 lîre ye. Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, bangî gel kir û got; av erzan be jî îsraf nekin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE