Li gorî agahdarkirina Serokatiya Daîreya Xizmetên Jeolojîk û Avên Binerd a Karûbarên Ava Dewletê (DSÎ) ku di Rojnameya Fermî da derçû, Çavkaniya Ava Spî ya Nuseybina Mardinê ku di saniyekî da xwedî 5,3 metrekûp herkê ye, ji bo Mardin û navçeyên wê di dabînkirina ava vexwarin, emilandin û endustriyê da heya sala 2045an dê di miqdarên cuda da were emilandin.
Li Ava Spî ku wekî çavkaniya ava vexwarinê hildan bin parastinê, herêmên "qada parastî ya teqez", "qada parastî ya pileya yekemîn" û "qada parastî ya pileya duyemîn" û rêgezên ku divê bên cîbicîkirin, hatin diyarkirin.
Li sînorên herêma parastî ya teqez bi tenê ew destûr dê were dayîn ku tesîsa karkirina ava binerd were avakirin û herwiha bi destê DSÎyê bîra sondajê were vekirin. Herwiha valakirina zibil li vê qadê an jî fealiyetên ku dê li herêmê avê qirêj bike, dê bên qedexekirin.
Agahdarkirin, piştî ku pesendkirina Wezareta Çandinî û Daristanan di Rojnameya Fermî da der biçe, dê wekî fermî were cîbicîkirin.
AA