Ava sûsê di meha Remezanê da sifreyan şên û tehma devan jî xweş dike

Li Hataya bajarê gastronomiyê tehma ku ji ser sifreyan di meha Remezanê da xalî nabe ava sûsê ye.

Ava sûsê di meha Remezanê da sifreyan şên û tehma devan jî xweş dike

 Li bajarê Hatayê ku bi zêdeyî û dewlemendiya tehm û xwarinên xwe yên curbecur va ji hêla UNESCOyê di nav "Tora Bajarên Dahêner" da hatiye bicihkirin ji tehmên herî xweş yek jî şerbeta ava sûsê ye.

Nebata sûsê ya ku di mehên biharê da li erd û zeviyan bi xwe digihêje ji ber ku mîdeya mirov rihet dike û ava wê mirov hênik dike wek şifa tê hesibandin.

Welatiyên li bajêr bi taybetî jî di mehên remezanê da li ser sifreyên xwe yên fitarê ava sûsê dixwazin.

- "Ji bo me ava sûsê li ser sifreya fitarê wek nan û av e"

Mehmet Gunduzê 60 salî ku ev 37 sal e li Sûka Dirêj a Dîrokî şerbeta ava sûsê çêdike û daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Gunduz qala çêkirina ava sûsê kir û got ku ew ewilî kokên sûsê bi qasî 2-3 saetan di avê da dihêlin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Gunduz ragihand ku ew ava sûsê dikin poşêtên 1,5 lîtreyan û heba wan jî bi 5 lireyan difiroşin.

Gunduz diyar kir ku çêkirina ava sûsê zehmet e lê ew digel vê bi kêfxweşî karê xwe dike û di meha remezanê da jî eleqeya li ser ava sûsê zêdetir dibe.

Gunduz got: "Ava sûsê ji bo me mîna nan û av e lewra divê li ser sifreyên me yên fetarê hebe. Ava sûsê rê li nêrmgirtinê digire, ji gurçikan ra baş e, tîna mirov dişkêne û mirov têr dihêle."

- Welatî eleqeyê nîşanî ava sûsê didin

Ji welatiyan Fatîh Temîzyurekê ku ava sûsê kirî got ku ew him di fitarê da û him jî di paşîvê da ava sûsê ji ser sifreya xwe kêm nakin û vedixwin.

Ji esnafên sûkê Murat Sokmen ragihand ku ava sûsê şifa ye û ew jî ji ser sifreya xwe kêm nakin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE