Avahî û berhemên dîrokî yên Erziromê bi saya baxçeyê gel wê derkevin pêş çavan

Li Erziromê çêkirina Baxçeyê Gel ya ku Sê Kumbet û avahiyên dîrokî lê hene dewam dike

Avahî û berhemên dîrokî yên Erziromê bi saya baxçeyê gel wê derkevin pêş çavan

Li Erziromê çêkirina Baxçeyê Gel ya ku Sê Kumbet û avahiyên dîrokî lê hene dewam dike ku ewê mazûvaniya gel û turîstan bike.

Bi hevkariya Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê, Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî, (TOKÎ) û Şaredariya Mezin a Erziromê li navçeya Yaqûtiyeyê çêkirina Baxçeyê Gel a Sê Kumbetan dewam dike.

Di vê qadê da Sê Kumbetên dîroka wan qasî hezar salî ye, Keleha Erziromê, Mizgefta Lala Paşa, kanî, hemam û gelek berhemên dîrokî cih digirin.

Tê texmînkirin çêkirina baxçe wê di dawiya salê da biqede, paşê ziyaretvan, turîstên herêmî û biyanî wê bên vê cihê dîrokî û bêhna xwe bidin, ji xwe ra bigerin.

Li qadê lale, gul, mêxik û gelek kulîlkên din tên reşandin û cihên gerê tên çêkirin.

- Baxçeyê Gel wê reng û rûyê bajêr biguherîne

Şaredarê Şaredariya Mezin a Erziromê Mehmet Sekmen ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xebat bi lez û bez dewam dikin û ew ê heta dawiya salê xebatan biqedînin.

Sekmen wiha axivî: "Vê xebata ku me li ser qadeke 80 donimî par dabû destpêkirin wê di dawiya salê da biqede. Ev herêm ji bo bajarê me wê bibe cihekî bêhnvedanê û gerê. Li vir dîrok heye û wê bibe cihekî xweş, malbat wê bi zarokên xwe ra bi rehetî li vir bigerin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE