Avahiya hilweşiyayî ya li Kartalê

"Hejmara kesên ku di bin avahiya li Kartalê hilweşiya de mirin, gihişt 10an"

Avahiya hilweşiyayî ya li Kartalê

Walîtiya Stenbolê ragihand, "Di avahiya hilweşiyayî li Kartalê de mixabin 4 cesedên hatin dîtin, bi vê re hejmara kesên ku di bin avahiya li Kartalê hilweşiya de mirin, gihişt 10an."

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê xebatên rizgarkirinê yên di avahiya hilweşiyayî ya li Kartalê didomin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên berdewam de, heta seat 19.15an di avahiya hilweşiyayî li Kartalê de mixabin 4 cesedên hatin dîtin, bi vê re hejmara kesên ku di bin avahiya li Kartalê hilweşiya de mirin, gihişt 10an. Rehma Xwedê li welatiyên ku canê xwe ji dest dane be. Serê gelê me sax be."

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE