Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir li ciyê nû yê Hesenkêfa navçeya Batmanê 710 avahiyên temam bûne û 98 dikanên li navenda ticaretê hatine çêkirin teslimî xwediyên wan kirine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Çandinî û Daristanê da hat destnîşankirin xebatên avakirina Hesenkêfa ku di qada rezervuarê ya Bendava Ilisuyê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê da dimîne li ber qedandinê ne.
- "Xelkê Hesenkêfê wê di malên modern da bimînin"
Di daxuyaniyê da Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir li ciyê nû yê Hesenkêfa navçeya Batmanê 710 avahiyên temam bûne û 98 dikanên li navenda ticaretê hatine çêkirin teslimî xwediyên wan kirine.
Pakdemirlî diyar kir bi projeyê dixwazin Hesenkêf bibe navçeyeke taybet ya Tirkiyeyê û wiha got: "Li Hesenkêfa berê cî û war 500 der bû, lê cî û warê nû li ser qadeke 3 hezar dekarî tê avakirin ku 3 kîlomêtro dûr e. Li cî û warê nû ciyên şîn zêde ye û gelek sazî dest bi xebatên xwe kirine."
Bekir Pakdemirlî destnîşan kir cî û warên teze li gor mîmariya herêmê hatine çêkirin û wiha got: "Xelkê Hesenkêfê di ciyê malên 30-40 qeremêtroyî da wê di malên modern yên 160 qeremêtro yên musteqîl da bimînin."
Pakdemirlî diyar kir li Hesenkêfa nû qadeke çand û perwerdeyê hatiye avakirin ku wê berhemên dîrokî bên nîşandan û got ku bi vî awayî jî em xwedî li dîrokê derdikevin.
Bekir Pakdemirlî destnîşan kir di serî Tirbeya Zeynel Begê gelek berhemên dîrokî neqil kirine û wiha got: "Heta niha qederê 500 milyon ji bona avakirinê dane Serokatiya TOKÎyê."
AA