Axa ku xwebixwe dişewite

Axa ku xwebixwe dişewite derdorê tehdîd dike

Axa ku xwebixwe dişewite

Li Awrana Muşê bûyereke sosret diqewime. Li erdekî nêzî bajarokê ji nişka ve agir bi erdekî ket. Şewata ku xwebixwe dest pê kir, li bajêr jî bû sedema metirsiyan.

Xweliya vî erdî xwebixwe dişewite.

Ev bûyera sosret li Awrana Mûşê diqewime.

Şewata ku beriya çend rojan li qadeke biçûk ji nişka ve dest pê kir, her ku diçe belav dibe.

Belavbûn û mezinbûna şewatê, xelkê bajarokê jî ditirsîne.

Şaredarê Ewranê İlhan Çiftçi dibêje: “Sebeba wê çiye em nizanin, lêbelê em çi dikin nakin venamire.”

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 10:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE