Axaftina Cîgirê Serokomar Oktay û Erhurman

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Cîgiriya Serokomariyê hat wergirtin, Oktay bi Erhurman re bi telefonê axivî.

Axaftina Cîgirê Serokomar Oktay û Erhurman

 Cîgirê Serokomar Fuat Oktay peywendiyeke telefonî digel Serokwezîrê Qibrisa Bakur a Tirkî Tufan Erhurman encam da û ji bo afata lehiyê ya ku li Girneyê rabû temenniyên xwe yên sersaxiyê anî ziman.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Cîgiriya Serokomariyê hat wergirtin, Oktay bi Erhurman re bi telefonê axivî.

Oktay derbarê lehiya li Girneyê agahî ji Erhurman sitendin û ji bo qurbaniyên lehiyê jî sersaxî li Erhurman kir.

Oktay tekezî li wê yekê kir ku Tirkiye dê bi hemî îmkanên xwe ji bo pêçana birînên afata lehiyê li cem Qibrisa Bakur be.AA

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE