Axaftina li ser "têkiliyên dualî yên vejenê"

Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê bi Serokwezîrê HKIyê ra li ser "ewlehiya vejenê ya herêmê" hevdîtin kir

Axaftina li ser "têkiliyên dualî yên vejenê"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî bi telefonê bi Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Dan Brouîllette ra axivî û di axaftinê da li ser "rola şirketên vejenê yê Amerîkayê ya li herêmê û têkiliyên vejenê yên dualî" sekinîn.

Barzanî di daxuyaniya xwe ya ji ser Twitterê da diyar kir ku bi Wezîrê Vejenê yê Amerîkayê Brouîllette ra bi telefonê axivî.

Barzanî ragihand ku li ser "têkiliyên dualî yên vejenê" sekinîn û got Amerîka dê veberhênanên xwe yên li HKIyê yên der barê sektora vejenê da zêde bike û ji bo ku têkiliyên aborî bên xurtkirin dê bi hev ra bixebitin.

Ji aliyê din va di daxuyaniya ji ser hesabê Twitterê ya Wezareta Vejenê ya Amerîkayê da jî hat ragihandin ku Brouîllette ji bo ku rola şirketên Amerîkayê yên li HKIyê bên xurtkirin peyamên ji bo pişgtgiriya vejenê ya welatê xwe ragihand Brzanî.

Di daxuyaniyê da herwiha hat ragihandin ku alî mutabiq man ku ji bo zêdekirina ewlehiya vejenê ya herêmê pêşaniyê bidin kordînasyona li sehayê.

Davîd Schenkerê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê yê ji Karên Rojhilata Navîn Berpirsyar jî duh Hewlêr ziyaret kirbû. Schenker bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê HKIyê yê berê Mesûd Barzanî ra hatibû bal hev.

Di heyameke ku rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê da ya ji ser Iraqê zêde bûye da ziyaret û têkiliyên rayedarên Amerîkayî yên ji bo HKIyê balê dikşîne.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2020, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE