Axaftina Serok Erdoğan a di komcivîna AK partiyê de

"Ev hişmendiya xebîs ku desthilatdariya xwe di felaketa welêt da dibîne, bi qasî terorîst û derbekaran talûke ye"

Axaftina Serok Erdoğan a di komcivîna AK partiyê de

Serokomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Ev hişmendiya xebîs ku desthilatdariya xwe di felaketa welêt û gel da dibîne, li gorî me bi qasî terorîst û derbekaran talûke ye."

Serokomar Erdogan di civîna koma partiya xwe da axivî û tevgerên muxalefetê bibîr xist û wiha pê da çû: "Serokê Giştî yê CHPyê û şirîkên wî di hemû axaftinên xwe da ji jibîrkirina hafizeya beşerî bawer dikin û gelek îdiayên ku nîvê wan derew û nîvê wan xelet in diavêjin meydanê. Loma jî wisa hevsenga wan xera bûye ku daxuyaniyên komeke amîralên teqawidbûyî ku bîna îmaya derbeyê jê difûre bi aboriyê ra eleqedar dikin û bi 'guherandina rojevê' dixwazin pak bikin."

Di dewama axaftina xwe da Serokomar Erdogan hewla derbeya 15ê Tîrmehê bibîr xist û got: "Türkiyeyê hê êş û birînên 15ê Tîrmehê nepêçaye û di ser da komeke eskerên teqawidbûyî ji ser meseleyên bêbingeh da gefê li îradeya neteweyî û rêvebiriya hilbijartî welêt dixwin, biçûk dibînin ku ev rasterast derbekarî ye."

Di dewama axaftina xwe da Serokomar qala generalên teqawidbûyî kir û got: "Ez pir eşkere û zelal dibêjim di navenda van generalên teqawîdbûyî da CHP bixwe heye. Wisa tê fehmkirin ku ji vî zatê bi deq û dolabên ji ber qeydên banda bîzê meriv jê tê va bû xwedî meqam wek cirm wezîfeya berdevkiya derbekeran danê."

Erdogan qala deq û dolabên li hemberî Türkiyeyê tên kirin jî kir û got: "Him terorîst û derbekaran pîr û pak dikin û him jî ji ser aboriyê da bi taybetî ciwanên me hêviya gelê me dişikînin ku dixwazin di dewsa ewlehî û îstiqrarê da li welatê me tevlihevî hebe."

Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir û got: "Kiliçdaroglu duh nekarî xwe û êrîşî heta Lijneya Zanistê ya Wezareta Tenduristiyê ya ku di têkoşîna dijî şewbê da ji bo me çavkaniya referansê ya herî girîng e, ji kesên di qadên xwe da yên herî pispor ên welatên me pêk tê, kir. Wax belengaz. Tişta biêş ew e ku ekîbeke bi şûrê dijmin va êrîşî welatê xwe dike partiya duyemîn a welêt dagir kiriye. Ev ketine halekî wisa ku heke Tirkiye bê dagirkirin ewê bi kêfxweşî qedexa xwe rakin, ew wisa ji welatê xwe nefretê dikin."

Serokomarê Türkiyeyê Erdogan destnîşan kir ku ew li dijî şewba Kovîd-19ê jî heya ji dest wan tê hewl didin û wiha domand: "Em têkoşîna dijî şewbê di ser siyasetê da digirin û wekî meseleyeke neteweyî ya ku tenduristiya 84 milyonî eleqedar dike dibînin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE