Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Sekreterê Giştiyê NATOyê Jens Stoltenberg axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê di peywendiyê de pêşhatên li Rohjilatê Deryaya Spî digel têkiliyên Turkiye -NATOyê hatin nirxandin.
Serokomar Erdogan di peywendiyê de,destnîşan kir ku Turkiye di meseleya Rojhilatê Deryaya Spî de alîgirê daxistina girjiyê û diyalogê ye û ev ne tenê bi gotinê bi kirdarê jî bi awayekî safî nîşan daye.
Erdogan tekezî li wê yekê kir ku digel tehrîkan û tevî ku Yewnanistan girjiyê zêde dike Turkiye bi qelêselîm tevdigere.
Serokomar Erdogan anî ziman ku rewrewa danûstanên îstikşafê dê girêdayî gavên Yewnanistanê ên bi dilsozî ji bo nermkirina rewşê be.AA