Axaftina Serok Erdogan û Trump

Her du serok li ser herêmê û geşedanên dawî axivîn

Axaftina Serok Erdogan û Trump

Serok Erdoğan bi Serokdewletê Emerîkayê Donald Trump re axivî. Di axaftina serkirdeyan de mijara sereke Îdlib bû. Erdoğan behsa mutabaqata Soçiyê kir. got; Turkiye dê heta dawî li ser gotina xwe be û diyar kir ku Turkiyeyê ji bo êrîşa xayîn a li dijî eskeran, di cih de bersiv daye.

Helwesta Turkiyeyê ya derbarê Mutabaqata Soçiyê de bi awayekî zelal nîşan da.

Got Turkiyeyê ji bo êrîşa xayîn a li dijî eskerên, di cih de bersiv da.

Serok Erdoğan bi Serokdewletê Emerîkayê Trump re, bi telefonê axivî. Mijara serkirdeyan geşedanên li Îdlibê bûn.

Erdoğan di axaftina xwe de behsa mutabaqata Soçiyê kir.

Diyar kir ku li gorî peymanê, Turkiye dixwaze Îdlib ji hêzên rejîmê were paqijkirin û got;Turkiye wê bi tu awayî di vê mijarê de tawîz nede.

Her du serkirde li ser rewşa xirab a li herêmê axivîn.

Erdoğan jî Trump jî gotin ji bo ku rewşa herêmê biguhere, divê demildest hin tewdîrên din bên girtin.

Qesra Spî derbarê axaftina serkirdeyan da daxuyanî da. Di wir de hat gotin Trump êrîşa li Îdlibê ya li dijî Eskerên Turkiyeyê şermezar kiriye.

Di axaftinê de serkirdeyan ji bo ku di meseleyên herêmî de hevkarî bikin û xebatên hevpar bimeşînin, li ser îxtîmalan axivîne.

Ligel têkîliyên dîplomatîk, di navbera Turkiye û Emerîkayê de têkîliyên eskerî jî dewam dikin.

Sererkan Orgeneral Yaşar Güler jî bi hemmeqamê xwe yê Emerîkî Orgeneral Mark Milley re axivî.

Di axaftina wan de jî mijar Îdlib û geşedanên dawî bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE