Axaftina Serok Erdoğan û Trump

Emerîka li gorî menfeatên hemû aliyan dê ji Sûriyeyê derkeve

Axaftina Serok Erdoğan û Trump

Serok Recep Tayyip Erdoğan bi Serokê Emerîkayê Donald Trump re li ser telefonê axivî. Di hevdîtinê de geşadanên li sûriyê û têkiliyên dualî hatin nirxandin.

Serok Erdoğan, li ser telefonê bi Trump re axivî. Herdu lîderan qala têkiliyên dualî û Sûriyê kir.

Di hevdîtinê de biryara vekişîna ji Sûriyê ya Emerîkayê hat nirxandin. Herdu lîderan li hev kir ku vekişîn li gorî menfeatên her du dewletan û bi awayekî ku zirarê li hedefên hevpar nexe dê çêbe.

Li Sûriyê ji bo piştgiriya pêvajoya siyasî û têkoşîna li dijî hemû cûreyên terorê biryara hevpar hat dayîn.

Serok Erdoğan bi Serokê Emerîkayê Trump re li ser têkiliyên aboriyê yên herdu welatan jî axivî.

Herdu lîder ji bo pêşxistina têkiliyên aboriyê û salane 75 milyar dolar bazirganiyê bikin li hev hatin.

Qesra Spî jî derbarê hevdîtinê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Trump bi Serok Erdoğan re li ser girîngiya têkiliyên her duwelatan peyiviye.

Mijara Sûriyê, bazirganiya Tirkiye û Emerîkayê jî di nav de gelek mijar hatin nirxandin.

Ji xeynî vê hat diyarkirin ku Cigîrê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Patrick Shanahan û Sererkan Orgeneral Joseph Dunford li Washîngtonê derbarê mijarên Sûriyê de bi şandeya Tirkiyê re dê bicivin.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE