Azîz Sancar bi ciwanan ra hat ba hev

Azîz Sancar bi ciwanan ra hat ba hev

 Prof. Dr. Azîz Sancarê ji bo TEKNOFESTa festivala teknolojî, feza û hewadariyê ya herî mezin a dinyayê hat Tirkiyeyê li Lîseya Fenê ya Gebzeyê bi ciwanên vî karî ra mijûl dibin ra hat ba hev.

Di daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da hat diyarkirin ku Prof. Dr. Azîz Sancarê ji bo TEKNOFEST21ê wekî mêvanê rûmetê yê TUBÎTAKê hat Stenbolê Lîseya Fenê ya TUBÎTAKê ziyaret kir. Di ziyaretê da Mehmet Fatîh Kacirê Alîkarê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê û Prof. Dr. Hasan Mandalê Serokê TUBÎTAKê jî bi Sancar ra hevaltî kirin.

Sancar bi çepikan hat pêşwazîkirin û paşê li polên xwendingehê geriya û der barê mifredatê da agahî sitand. Sancar li Enstîtuya Meteorolojiyê ya Neteweyî ya TUBÎTAkê konferans da xwendekaran û tevkariya alema Tirkan da zanistê nirxand.

Sancar ji hêla tevkariya dan zanistê alema Tirkan û Çîn miqayese kir û şibande hevdu û qala pirtûka "Rewşenbîriya Windabûyî: Serdema Zêrîn a Asyaya Navîn" ya S. Frederick Starrê ji Zanîngeha Princetonê kir.

Sancar got dema li Ewropayê Serdema Navîn dewam dikir li alema Îslamê serdema rewşenbîriyê hebû, di wê heyamê da alimên wekî Îbnî Sîna, Bîrûnî, Cezerî, Ulux Beg û Harezmî hebûn. Rewşenbîriya li alema Tirkan jî bi navbeynkariya zanyarên wekî Elî Kuşçu va anîn Osmaniyan.

Sancar destnîşan kir ku Tirkiye ji hêla perwerdeyê va gelekî serkeftî ye û wiha axivî: "Dema min doxtoraya xwe dikir gelek tengasî kişand. Lewra min nikaribû tişt beceribanda. Tirkiyeyê ji hêla teoriyê va em gelekî baş perwerde kirin. Lêbelê ceribandin tunebû. Zanist bi ceribandinê dibe. Dibê em zû ceribadinê hînî zarokên xwe bikin."

Sancar got li Amerîkayê Navenda Çanda Tirkan ava kirin û wiha pê da çû: "Li hewşa paşiyê peykerê Ataturk heye li quncekî Pîrî Reîs. Sedema Pîrî Reîs ew e ku wî nexşeya dinyayê amade kir min jî nexşeya DNAyê amade kir. Min got 'Nexşeya min a Pîrî Reîs'."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE