Bû mamosteya hemû gundiyan

Mamosteya jêhatî di nav 3 salan de gelek tişt guhertin

Bû mamosteya hemû gundiyan

Ferhan Özcan li mezrikeke Hezexa Şirnexê ev 3 sal in mamostetiyê dike. Li dibistaneke dûrî bajêr e, îmkan kêm in, lê perwerdeya xwendekaran ji bo wê ji her tiştî girîngtir e. Ji roja ku hatiye vî gundî û vir ve ji bo xwendekar û gundiyan dixebite.

Dibistana mezrika Alataşa bi ser Hezexê ve ji bajêr zaf dûr e û îmkan gelek kêm in, ji bo vê jî gelek mamosteyên ku berê hatine gund îstîfa kirine û çûne.

Lê li ber fedakariya Ferhan Özcanê ti tiştî xwe negirtiye.

Mamosteya jêhatî û jidil ev sê sal in li virê mamostetiyê dike û bûye xwîşk û mamosteya hemû gundî.

Lewra him xwendekaran perwerde dike him jî keç û jinên gund ên nexwenda.

“ mamosteyên ku berê hatine tayînkirin vê derê ji ber pirsgirêka çûnûhatinê an ji bo wezîfeyên din çûn cihên din an jî îstîfa kirin. Cara ewil li vê derê seferberiya xwendinê çêbû. Dayik û zarok tev de hatin xwendinê.”

Hem Mamoste Ferhan Özcan hînî gund û gundiyan bûye him jî gundî hînî wê bûne.

Kêfa gundiyan zaf jê re tê û dibêjin ew xwîşka me ye.

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE