Bê pere çûn umreyê

164 xwendekarên ku di kitêbxwendinê de ketin derecê çûn umreyê

Bê pere çûn umreyê

Şaredariya Şahinbeya Entabê, 164 xwendekarên ku di kitêbxwendinê de ketin derecê, bê pere şandin umreyê. şaredar mehmet tahmazoğlu çû balafirgehê û telebe rê kirin.

Şaredariya Şahinbeyê ya Entabê, ji bo zarokan misabaqaya kitêbxwendinê organîze kiribû.

Şaredariyê, xwendekarên lîseyê yên ku di wê pêşbaziyê de ketin derecê, bê pere şandin umrê.

Şaredarê Şahînbeyê, ji bo zarokan rê bike, li balafirgeha Entabê bû.

“Xwendekarên me wê herin cihekî miqades û pîroz. înşallah dê him ji bo xwe him ji bo me diayan bikin li wir. oxira wan a xêrê be.”

Telebe jî ji bo çûyîna axên pîroz, gelek kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE