Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got, "Bê vaksîn hûn nikarin zora pandemiyê bibin, derziya xwe li xwe bidin."
Koca di parvekirina xweya li ser hesabê Twitterê de hişyariya wê yekê da ku bêyî pabendiya têkoşîna dijî Kovîd-19ê û vaksînlêdanê dê sekinandina pandemiyê gelekî dirêj be.
Wezîr Koca wiha got, "Bedelên ku me dan, sînordarkirinên me kişandin û zehmetiyê ku me kişandin li wan bifikirin. Bînin bîra xwe ka çiqas mirovêne me mirin. Bê vaksîn hûn nikarin zora pandemiyê bibin, derziya xwe li xwe bidin.
AA