Ruhsar Pekcana Wezîra Ticaretê diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) hatin hildan da baca gumrikê ya li ser alkola etîl a jê qolonyayê çêdikin, cihazên bêhnhildanê û rûpêçên tibî bi tevahî rakirin.
Pekcana Wezîr li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê hatin hildan da ji bo dîtina hewcedariyên lazim dikin baca gumrikê ya ji bo rûpêçên tibî ji sedî 20 dihat sitandin êdî hat rakirin.
Pekcanê destnîşan kir ku ji sedî 13 baca ji bo cihazên bêhnhildanê distandin jî rakirin û wiha pê da çû: "Xêncî vê ji sedî 10 baca ji bo îtxalata alkola etîl dihat sitandin jî ji bo pîşesazên qolonya, dezenfektanê çêdikin jî hat betalkirin. Biryara Serokomar a kete rewacê bi xêr be."
AA