Bacanên sor sifreyên ewropayê dixemilînin

Cotkar firingiyên organîk ewil li ber tavê hişk dikin paşê îxraç dikin

Bacanên sor sifreyên ewropayê dixemilînin

Çanda xwarinên gelê kurd sifreyên dinyayê dixemilîne. Li Diyarbekirê cotkar firingiyên organîk hişk dikin û kîloya wan bi 25 lîreyî îxraç dikin.

Axa bibereket bi firingiyan sor bûye. Bi tonan firingî ji bo zivistanê li ber tavê tên hişkirin.

Li bajarê Diyarbekirê cotkaran îsal li ser hezaran donim erdî çandiniya bacanên sor kirin.

Piraniya van firingiyan li bazarên bajêr tên firotin lê belê êdî cotkar bacanên xwe dişînin bazarên ewropayê jî.

Cotkar Şerif Baybaşîn li navçeya Surê li ser 600 donimî çandiniya firingiyên organîk kir.

Kevneşopiya herêmê tehma xwarinên navdar ên ewropayê xweş dike.

Bi zêdebûna vê cotkariyê bi sedan kes jî derfeta kar dibîne ku debara xwe pê bike.

Îsal li Amedê 200 ton firingiyên hişk kîloya wan bi 25 lîreyan hat îxraçkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE