"Bajarê Aram" Xelat benda mêvanên xwe ye

Xelat li qerexa Gola Wanê, di navbera Gola Krater a Nemrûdê û Çiyayê Sîpanê da ye, ji Urartûyan heta Osmaniyan mazuwaniya gelek şaristaniya kiriye.

"Bajarê Aram" Xelat benda mêvanên xwe ye

 Xelata navçeya Bidlîsê ya ku gelekî xweş û aram e û îsal di Civîna Lijneya Îcrayê ya Cîttaslowê ya Navneteweyî ya ku li Greve in Chiantidaya bajarê Îtalyayê çêbû da wek "Bajarê Aram" hat qebûlkirin, benda ziyaretvanên xwe ye.

Xelat li qerexa Gola Wanê, di navbera Gola Krater a Nemrûdê û Çiyayê Sîpanê da ye, ji Urartûyan heta Osmaniyan mazuwaniya gelek şaristaniya kiriye.

Li navçeyê keleh, mizgeft, pire, tirb, hemam û zawiye şopa gelek şaristaniyan nîşan didin hene.

Goplaên ji darên gûzan û berhemên ji kevirên taybet ên navçeyê hatine çêkirin bala kesên ku tên navçeyê dikşîne.

Xelat îsal di Civîna Lijneya Îcrayê ya Cittaslowê ya Navneteweyî ya ku li Greve in Chiantidaya bajarê Îtalyayê çêbû da wek "Bajarê Aram" hat binavkirin. Ji ber vê ye hejmara turîstên ku tên navçeyê zêde bûn.

 "Êdî Rojhilatê Anadoluyê bi terorê va na, bi van xweşikahiyan va wê bê bibîranîn"

Şaredarê Navçeyê Abdulalîm Mumtaz Çoban ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand navçe di dîrokê da xwedî cihekî stratejîk e, ji hêla nebatan va wek baxçeyeke mezin a botanîkê ye û xwarinên wê jî pir tehm in.

Çoban got ji ber gelek taybetmendiyan UNESCOyê Xelat di nav Mîrata Dinyayê da nîşan daye, paşê jî di civîna Cittaslowê ya Navneteweyî da navçe wek "Bajarê Aram" hat qebûlkirin û wiha dewam kir: "Ne bi tenê ji bo Xelatê, ji bo hewzaya Gola Wanê jî turîzm wê zindî bibe. Bajarên li der û dorê jî wê ji sûdê bibînin. Êdî Rojhilatê Anadoluyê bi terorê va na, bi van xweşikahiyan va wê bê bibîranîn. Ji bo ku em van xweşikahiyan bidin jîyin em bixîret dixebitin."

Çoban behsa xebatên ku ewê bikin û Xelatê zêdetir bidin nasîn jî kir.

Çoban got ewê mihrîcanan li dar bixin, di çarçoveya çalakiyên Serkeftina Milazgirê da ewê serokên dewletan ên Rojhilata Navîn vexwînin Xelatê ku navçe zêdetir di rojevê da cih bigre.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE