Bajar bi bajar waqieyên Kovîd-19ê

Wezîrê Tenduristiyê Koca jimara waqieyên Kovîd-19ê yên ku di hefteyekê da di her 100 hezar kesî da hat dîtin eşkere kir

Bajar bi bajar waqieyên Kovîd-19ê

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di navbera 12-18ê hezîranê da li gor bajaran jimara waqieyên Kovîd-19ê yên di her 100 hezar kesî da eşkere kirin.

Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da di navbera 12-18ê hezîranê da li gor bajaran jimara waqieyên Kovîd-19ê yên di her 100 hezar kesî da eşkere kirin û got ku "Leza ketina jimara waqieyan herçiqas kêm bibe jî ji bo normalbûnê asteng nîne. Dê bi aşiyê xilas bibe."

Li gor daneyên ku Koca ji ser nexşeya Tirkiyeyê parve kir heftane jimara waqieyên Kovîd-19ê yên di her 100 hezar kesî da li Stenbolê 51,27, li Enqereyê 93,11, li Îzmirê jî bû 25,99.

Li gor daneyên heftane yên Wezareta Tenduristiyê Kutahya, Bolu, Eskîşehir, Agirî û Rîze bûn bajarên ku lê di her 100 hezar kesî da herî zêde waqieyên Kovîd-19ê tê dîtin. Jimara waqieyan a di her 100 hezar kesî da li Kutahyayê 116,18, li Boluyê 109, 91, li Eskîşehirê 107,89, li Agiriyê 103,47, li Rîzeyê 96,99 e. 

Di her 100 hezar kesî da herî kêm waqieyên Kovîd-19ê li Osmaniye, Hatay, Edene, Adiyeman û Edirneyê hat dîtin. imara waqieyan a di her 100 hezar kesî da li Osmaniyeyê 6,2, li Hatayê 6,33, li Edeneyê 9,25, li Adiyemanê 11,07, li Edirneyê 12,51 e. 

Ji xeynî van ji yên zêde ber bi yên kêm va jimara waqieyên Kovîd-19ê yên 100 hezar kesî da li gor bajaran wiha ye: 

"Erzirom (84,67), Sêwas (84,61), Bidlîs (83,76), Qers (82,48), Kirşehir (81,47), Kastamonu (79,18), Tokat (79,12), Çorum (69,61), Erzincan (69,53), Zonguldak (69,35), Hekarî (68,8), Qeyserî (68,52), Yozgat (68), Erdexan (65,52), Isparta (65,18), Mûş (63,73), Kirikkale (63,51), Trabzon (60,35), Sakarya (59,18), Duzce (58,63), Gumuşxane (57,87), Artvîn (57,82), Diyarbekir (57,47), Ordu (55,69), Kocaelî (54,42), Bayburt (53,72), Afyonkarahîsar (53,6), Bîlecik (52,12), Wan (51,94), Stenbol (51,27), Denizlî (50,53), Meletî (50,36), Elazıg (50), Nîgde (48,89), Yalova (46,01), Konya (45,82), Çankiri (45,21), Mêrdîn (43,99), Sêrt (43,8), Bursa (43,55), Tekirdag (40,61), Çanakkale (40,07), Nevşehir (39,68), Batman (39,5), Gîresun (39), Karaman (37,66), Karabuk (36,94), Uşak (36,81), Aksaray (36,64), Bingol (35,85), Burdur (35,19), Kirklarelî (34,56), Gazîentab (33,74), Manîsa (31,57), Samsun (30,97), Bartin (29,65), Amasya (28,61), Balikesir (27,49), Antalya (27,08), Kilis (26,61), Mugla (26,38), Îzmir (25,99), Şanliurfa (25,39), Şirnex (23,8), Tuncelî (22,77), Mêrsîn (20,23), Kahramanmaraş (17,29), Aydin (16,71), Îdir (16,39), Sînop (14,78)"

Koca got "Kêmbûna jimara waqieyan dê dewam bike. Bi aşiyê dê xweparêziya em zêde bibe. Em ê normal bibin. Dê bi aşiyê xilas bibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE