Bajarê Wanê yê cîranê Îranê ye di nav hefteyekê da 10 hezar turîstên Îranê ezimand.
Ji ber şewba Kovîd-19ê demeke dirêj deriyên sînor ên di navbera Tirkiye û Îranê da girtî man. Ji ber vê jî çûn û hatina ji Îranê ya ber bi Wanê rawestiyabû lê di 8ê Cotmehê da bi rakirina sînordarkirinan va hatina turîstan a ji alî Îranê qefle bi qefle dest pê kir.
Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Sarayê ye ev demeke dirêj e ku qelebalixiyeke wek vê hefteyê nedît.
Ji deriyê sînor 9 hezar û 910 turîstên Îranê ku testa wan a PCRê ya 72 saetên dawîn negatîf derket ji alî Îranê derbasî alî Wanê bûn. Li deriyê sînor herî zêde di navbera 24-25ê Mijdarê da qelebalixî hebû.
Hemû otêlên li bajêr bi turîstên Îranî va tijî bûn û hatina turîstan bi kêrî esnaf û bajarê Wanê hat.AA