Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Erzirom, Îdir, Erdexan û Erzincanê dawiya hefteyê derketina derva sînordarkirî ye û ji ber vê li van bajaran bê dengî heye.
Di roja duyem a sînordarkirinê da li Erzirom, Îdir, Erdexan û Erzincanê bê dengî heye û welatî guhd didn sînordarkirina derketina derva.
Di kuçe, kolan û meydanên van bajaran da zêde kes tuneye, hêzên ewlehiyê jî li serê kuçe û kolanên kifşkirî ketin û derketinan kontrol dikin.
Ekîb nasname û belgeyên şofêr û rêwiyên ku derketine derva kontrol dikin û destûra derbasbûnê didin wan.
Ji ber sînordarkirinê li van bajaran qerebalixaya wesayîtan jî zêde çênabe.
AA